Li Sineyê rêjeyke pîvane ji baranê dibar e

ji 21 salan ve baran wiha nehatiye.

Li Sineyê rêjeyke pîvane ji baranê dibar e
Li Sineyê rêjeyke pîvane ji baranê dibar e

K24- Navenda Nûçeyan

Li Sine ya Rojhilatê Kurdistanê rêjeyeke zêde ji barê bariye, li gor amaran jî ji 21 salan ve baran wiha nehatiye.

Rêveberê Keşnasiya Parêzgeha Sine, Miheme Talib ji ajansa Mihir re diyar kiriye ku, di heftiya borî de, 243 mlm baran li sînorê wê parêzgehê bariye.

Li gor amaran, beşa herî zêde ya baranê li navçeya Hewramanê bariye.

Hetderî amaje bi wê yekê jî kir ku, di 21 salên borî de rêjeyeke wek a niha ji baranê li Sineyê nebarî ye.

Di Payiza îsal de jî, rêjeyeke zêde ji berfê li derdora bajarên Rojhilatê kurdistanê barîbû.