Tirkiyê navçeyên Herêma Kurdistanê bombaran kirin

Bi bihaneya PKKê

Tirkiyê navçeyên Herêma Kurdistanê bombaran kirin
Tirkiyê navçeyên Herêma Kurdistanê bombaran kirin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Bi bihaneya PKKê careke din çiyayên Metîna, Gara, Qendîl û navçeyên Avaşîn-Basyan û Xakurkê ji aliyê balefirên şer ên Tirkiyê ve hatin bombaran kirin.

Li gor daxuyaniya Serokerkaniya Tirkiyê, şevê borî 2ê Mijdarê, derdora saet 9an gelek navçeyên Herêma Kurdistanê û Colemêrga Bakurê Kurdistanê ji aliyê balefirên Tirkiyê ve hatine bombarankirin.

Her çiqas tê gotin ku gelek binke û depoyên PKKê yên li Metîna, Gara, Qendîl, Xakurk, Zap û Avaşîn hatine jinavbirin, lê heta niha ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatine belavkirin.