Kurdistan24
Nivîskar
Li Geverê 2 kes hatin kuştin
Serê sibehê li Farqînê jî welatiyek sivîl hatibû kuştin.
K24- Navenda Nûçeyan
Li qezaya Geverê ya Colemêrgê dema polîsan xwest xendekan tejî bikin û astengan rakin, şer di navbera wan û alîgirên PKKê de derket û du kes hatin kuştin.
Îro, 3 Cotmehê, li taxa Cumhuriyetê ya Geverê polîsan bi armanca tejîkirin û rakirina astengan operasyonek dan dest pê kirin. Di operasyonê de ku gelek polîs beşdar bûn, alozî di navbera wan û hejmarek xwepêşanderan de derket.
Piştre şerê navbera endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz û polîsên Tirk de derket û welatiyên bi navê Çetîn Dara û Doxan Doxma birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. Lê ligel hewldana doktoran herduyan jî cane xwe ji dest dan.
Li bajêr heta niha jî şer û pevçûn berdewam in û tê gotin ku gelek xendek jî hatine tejîkirin ku di nav bajêr de hatine kolandin.
Her îro sibehê jî, Li qezaya Farqînê ya Amedê di şerê navbera polîsên Tirk û alîgirên PKKê de welatiyekî sivîl hat kuştin.