Li Tirkiyê di operasyonekê de 44 karmend hatin girtin

bihaneya "kişfkirina belgeyên leşkerî"

Li Tirkiyê di operasyonekê de 44 karmend hatin girtin
Li Tirkiyê di operasyonekê de 44 karmend hatin girtin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Îro, 3ê Mijdarê Li 18 bajarên Tirkiyê, bi bihaneya "kişfkirina belgeyên leşkerî" operasyonek hat kirin, gelek polîs û çavdêr jî di nav de 44 kesan hatin girtin.

Li ser biryara serdozgeriya giştî ya komarê ya Îzmîrê, li ser kesên paye bilind yên karmendên dewletê û hinkesên din, bi bihaneya ku "Belgeyên nepenî yên dewletê li cem xwe veşartine" operasyon hate kirin.

Di çarçoveya operasyonan de 44 kes hatine girtin û der heqê 17 kesan de jî biryara girtinê hatiye dayîn.

Di nav kesên ku hatine girtin de Rêveberê Ewlekariya Îzmîrê yê berê, cîgirê rêveberiya ewlekariyê ye, waliyên wezareta navwxeyî jî hene.

Kesên hatine girtin ji bo lêpirsînê şandin navenda ewlekariya bajarê Îzmîrê.