Rêxistinên jinan ji rêjeya jinên ku gehêştine parlamantoyê nerazî ne

Li gor daneyên nefermî yên hilbijartina 1'ê Mijdarê 82 jin ketin parlamena Tirkiyê. Li 43 bajaran, tenê parlamentarên mêr hatin hilbijartin

Rêxistinên jinan ji rêjeya jinên ku gehêştine parlamantoyê nerazî ne
Rêxistinên jinan ji rêjeya jinên ku gehêştine parlamantoyê nerazî ne

K24 – Stanbol

Li gor daneyên nefermî yên hilbijartina 1'ê Mijdarê 82 jin ketin parlamena Tirkiyê. Li 43 bajaran, tenê parlamentarên mêr hatin hilbijartin. Li gor wan jî zêdebûna jinan di siyasetê de, misogeriya aştî û aramiya civakê ye.

Sekretera Giştî ya Komeleya Piştgiriya Berendamên Jin (KADER) Pelîn Taşkıran îro 3 Cotmehê ji peyamnêra K24ê Ayten Akgeyî re axivî û got: “Yên ku di nav civakê de nirxa jinbûnê derxin pêş dîsa jin in, lê li perlemantoyê hejmara jinan pir kem e. Di parlameneke wiha de tu nikarî behsa demokrasiyê bikî.”

Li Tirkiyê mafê hilbijartina jinan ya parlamentoyê di sala 1934'an de hat dayîn. Ji wê demê heta sala 2007an rêjeya jinên di Perlemantoyê de ti carî ji sedî 5 derbas nebû. Lê cara yekem di hilbijartina 2007an de, ev rêje derket ji sedî 8an û 50 jînan mafê parlemantariyê bi dest xist.

Di hilbijartina giştî ya sala 2011an de jî, hejmara parlamanterên jin, li gor hilbijartina berê nêzî 2 qat zêde bû û derket 79an.

Di hilbijartina 7ê Hezîranê de nûnerên jin serkeftineke mezin bidest xistibûn û bi 98 kursiyan ji sedî 17 derbas kiribûn. Lê ev rewş tenê 5 mehan ber xwe da û 16 jinên ku di 7'ê Hezîranê de hatibûn hilbijartin li derveyî parlemantoyê man.

Di perlemantoya Tirkiyê de bi giştî hejmara parlementeran 550 kes in, lê belê hejmara parlemanterên jin, di hilbijartina 1ê Mijdarê de tenê ji sedî 14 e. Ji AKPê 34, ji CHPê 22, ji HDPê 23 û ji MHPê jî 3 jin ketin parlamenê.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, Tirkiyê di hejmara parlamantarên jin de, di nav 140 welatan de di rêza 90î de ye. Di rêzên yekemîn de jî Ruanda Bolîvya û Kûba cih digirin. Di parlamentoya wan welatan de rêjeya jianan ji sedî 50 zêdetir e.