Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê rola Pêşmerge bilind dinirxînin

Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê piştgîriya welatê xwe û Hevpeymaniya Navdewletî ji Herêma Kurdistanê dupat kirin

Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê rola Pêşmerge bilind dinirxînin
Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê rola Pêşmerge bilind dinirxînin

K24 – Hewlêr

Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê piştgîriya welatê xwe û Hevpeymaniya Navdewletî ji Herêma Kurdistanê dupat kirin.

Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê Margot Walstrom û Peter Hultqvist îro 3 Mijdarê ligel Serokê Herêma Kurdistanê civiyan û pirsa Pêşmerge li eniyên şer û çawaniya gehandina alîkariyên leşkerî bo Hêza Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.

Her du Wezêrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê rola Hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê bilind nirxand û piştgîriya welatê xwe û Hevpeymaniya Navdewletî ji Herêma Kurdistanê dupat kir.

Ji aliyekî din ve jî, pirsa berhemanîna elektirîkê li Herêma Kurdistanê û vekirina qunsuxaneyekê li Herêma Kurdistanê û Revenda Kurd li Swêdê jî tewerên sereke yên wê civînê bûn.

Wezîrên Derve û Bergîriyê yên Swêdê duh danê êvarê gehêştibûn Hewlêrê û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya bûn.

Wezîrên Swêdî jî serkeftinên Pêşmergeyê Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAÎŞê û serkeftinên wan di çeperên şer de bilind nirxandin.