Kurdistan24
Nivîskar
HDP: Di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin
Rêxistinên HDPê yên bajarên Dêrsim, Edene û Mêrsînê ji bo dengên sandoqan ji nûve bêne hejmartin, serlêdana Desteya Bilind a Hilbijartinan kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistinên HDPê yên bajarên Dêrsim, Edene û Mêrsînê ji bo dengên sandoqan ji nûve bêne hejmartin, serlêdana Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) kirin.
Encamên fermî yên hilbijartina Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hîn jî nehatine ragehandin lê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji encamên hatine eşkerekirin neraziye û îdîa dike ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin.
Parlamentera HDPê ya bajarê Edenê Meral Daniş Beştaş di civînekê rojnamevanî de îro 3 Mijdarê ragehand ku li Dêrsimê bi 152, li Mêrsînê bi 98 dengan kursiyek jidest daye.
Beştaî got: “Li Edenê jî berî xilasbûna dema hilbijartinê berpirsên sandoqan hejmara dengan diyar kirine. Di destê me de belge hene. Li gelek bajaran jî sextekariyên wiha hene.”
Beştaş diyar kir ku heger Komisyona Bilind a Hilbijartinan daxwazên wan qebûl neke ew dê mijarê bibin Dadgeha Ewropayê.