Kurdistan24
Nivîskar
Îsraîl: Heya Sûriyê xêzên sor derbas neke ti karekî leşker rû nade
Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlî ragehand ku welatê wî helwêsteke eşkere derbarê mayîn û çûna Esed ji desthilatê, diyar nake.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlî ragehand ku welatê wî helwêsteke eşkere derbarê mayîn û çûna Esed ji desthilatê, diyar nake.
Wezêrê Bergîriyê yê Îsraîlê Mûşî Yalon îro 3 Mijdarê di gotarekê de ragehand ku ji ber hestiyariya rewşê ew siyaseta xwe derbarê Serokê Sûriyê Beşar Esed, eşkere nakin.
Yalon got jî ku, ew li gor berjewendiyên xwe yên taybet bi pirsa krîza Sûriyê re didin û distînin, herwiha Yalon tekez kir ku heya Sûriyê nêzîkî “xêzên sor” nabe, ti karekî leşkerî li dijî Sûriyê nake.
Di 15 Cotmehê de Wezareta Bergîriya Rûsyayê ragehandibû ku bi Îsraîlê re ”hêleke yekser” derbarê hevkariyê di esîmana Sûriyê de li hev kiribûn bo ti rûbirûyeke nexwastî encam nede.
Yalon Xêzên Sor eşkere kirin, ku heger Sûriyê êrîşî Îsraîlê neke û çekên Kîmyayî ne de Hizbulaha Libnanî û grûpên çekdar û guvaşê li Diriziyê Sûriyê neke, wê hinge ew ti pirsgirêk çê nabe.