AKPê hewla guhartina destûrê Tirkiyê dike

AK Partî gelek caran diyar kiribû ku yekem kiryarên wan wê bibe guhertina destûrê. CHPê jî li ser babetê helwêsta xwe aşkere kir.

AKPê hewla guhartina destûrê Tirkiyê dike
AKPê hewla guhartina destûrê Tirkiyê dike

K24 – Stanbol

AK Partî gelek caran diyar kiribû ku yekem kiryarên wan wê bibe guhertina destûrê. CHPê jî li ser babetê helwêsta xwe aşkere kir.

Alîkarê Serokwezîr, Yalçın Akdogan îro 3 Mijdarê di bernameyek televizyonê de diyar kir ku ji bo guhertina destûrê ewê hewl bidin ku digel partiyên opozisyonê rêkeftinekê pêk bînin.

Guhertina destûrê, ev çend sal in mijara herî zêde li Tirkiyê tê nîqaşkirin. AK Partî dê hikûmetê di rojên pêş de damezrîne û heyama 26 a Parlamentoya Tirkiyê wê dest bi xebatên xwe bike.

Akdogan got jî “Divê em wek partiyên parlamentoyê bi hev re bikarin tiştekî bikin, pergala serokatiyê di navan hizr û ramanên me de ye, ew pergala heyî bo Tirkiyê teng e. Divê em biguherînin, em dev ji vê babetê bernadin.”

CHPê bersiv da van gotinên Yalçın Akdoğan, sekretere giştî yê CHPê Gürsel Tekin diyar kir ku ew ji bo guhertina destûrê amade ne lê ji bilî babetekê.

Tekin herwiha ragehand ku “Heger Davutoğlu daxwaza destûreke ku zêdetirîn azadî tê de hebe bike, helbet emê piştgiriyê lê bikin. Me cara din li ser hemû tiştan lihev kiribûn lê xeyala serokatiyê pêşî li hevkirinê girt. Em ji bo hemû destûrên gunca amade ne.”

Ak Partî di encama hilbijartinan de li parlamentoyê 316 kursî bi dest xist, lê ew hejmar ji bo guhertina destûrê ne bes e. Ji ber ku hejmara dikare destûrê biguherîne divê 367 kursiyan bidest bixe. Tê çaverêkirin ku AK Partî riya referandûmê hewl bide, ji bo vê yeke jî divê 330 parlamenter babetê pesend bikin.