Di êrîşeke DAIŞê de li başûrê Kerkûkê 6 endamên Asayişê şehîd bûn

Çekdarên DAIŞê êrîşên xwekujî birin ser navenda polîsa û Qaîmeqamiya Dobiz ya ser bi Kerkûkê ve, 6 endamên Asayişê şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn

Di êrîşeke DAIŞê de li başûrê Kerkûkê 6 endamên Asayişê şehîd bûn
Di êrîşeke DAIŞê de li başûrê Kerkûkê 6 endamên Asayişê şehîd bûn

K24 – Kerkûk

Çekdarên DAIŞê êrîşên xwekujî birin ser navenda polîsa û Qaîmeqamiya Dobiz ya ser bi Kerkûkê ve, 6 endamên Asayişê şehîd bûn  û 12 jî birîndar bûn.

Rêvebirê polîsa Kerkûkê û derdora wê Emîd Serhed Qadir ji K24ê re ragehand ku, Li navçeya Dobiz ya Kerkûkê îro 3 Mijdarê, demjimêr 20:00, 6 çekdarên DAIŞê yên xwekuj êrîşî Xala kontrolê    û Navenda Asayişê û Qameqmiyê kirin.

Emîd Qadir da zanîn ku, di encama van êrîçan de 6 polîs şehîd bûne, herwiha 12 polîs jî birîndar bûne.

Emîd Qadir ragehand jî ku Dobiz niha di bin kontrola Hêza ewlehiyê ji Pêşmerge û Asayiş  de ye û rewşa aram e, herwiha firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî çavdêriya navçê dikin.

Berpirsê Mihwerê başûrê Kerkûkê Kemal Kerkûkî jî bi pêwendiyeke telefûnî pişikdarî geşta nûçeyên K24ê bû û da zanîn ku çendek ji çekdarên DAIŞê bo demekê derbasî Dobiz bûn, lê Hêza Asayiş û Pêşmergeyan karîn rewşê control bikin.  

Navçeya Dobiz dikeve başûrê bajarê Kerkûkê.