LI Tirkiyê Kêmnetewan jî mafê Parlamentoyê bi dest xistin

nûnerên ermen, suryanî, roman, mihelmî û kurdên êzidî jî cî digirin.

LI Tirkiyê Kêmnetewan jî mafê Parlamentoyê bi dest xistin
LI Tirkiyê Kêmnetewan jî mafê Parlamentoyê bi dest xistin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Di parlamena serdema 26'an a Tirkiyê de, nûnerên ermen, suryanî, roman, mihelmî û kurdên êzidî jî cî digirin.

Di hilbijartina pêşwext a 1'ê Mijdarê ya Tirkiyê de, nûnerên kêmneteweyan jî mafê parlamentariyê bi dest xistin.

Di nav 78 milyon hemwelatiyên Tirkiyê de, gelek neteweyên cuda hene, lê li parlamena Tirkiyê nûnerên wan pir kêm bûn.

Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de 7 nûnerên kêmneteweyan ketibûn parlamenê, di 1'ê Mijdarê de ev hejmar gihîşt  8 kesan.

Di hilbijartina dawî de, 3 parlamenterên ermen ketin meclîsê. Ji HDPê Garo Paylan, ji CHPê Selîna Dogan û ji AKPê jî Markar Eseyan wê di heyama pêş me de li parlamena Tirkiyê cî bigirin.

Roman, kêmneteweya herî rengîn a Tirkiyê ye. Heta hilbijartina 7ê Hezîranê tu parlamenterekî Roman neketibû meclîsê. Lê di hilbijartina 7ê Hezîranê de, ji CHPê Ozcan Purcu wek parlamenterê bajarê Îzmîrê hatibû hilbijartin. Purcu di vê hilbijartinê de jî li parlamenê cihê xwe parast. 

Mihelmiyên ku ji demên berê ve li bajarên Bakurê Kurdistanê bi cih bûne jî bi hilbijartina parlamentarê HDP'ê yê Batmanê Muhammed Alî Aslan, mafê nûnertiyê bi dest xistin. 

Di encama vê hilbijartinê de, du kurdên êzidî Alî Atalan ji Mêrdînê, Feleknas Uca jî ji Amedê ketin parlamenê.

Yekem parlamentarê Suryan Erol Dora ku di 7'ê Hezîranê de hatibû hilbjartin, di hilbijartina 1ê Mijdarê de jî dîsa wek parlamenterê HDPê yê Mêrdînê ket meclîsê. 

Di herdu hilbijartinên dawîn yên Tirkiyê de, herî zêde nûnerên kêmneteweyan di nav lîsteya HDP'ê de hatin nîşandan û ji wan 5 kesan mafê parlamentariyê bi dest xistin.