Amerîka: Dem nehatiya ku rejîm û opozîsyona Sûriyê ligel hev bicivin

lê hê li ser çarenivîsa Esed nakokî hene

Amerîka: Dem nehatiya ku rejîm û opozîsyona Sûriyê  ligel hev bicivin
Amerîka: Dem nehatiya ku rejîm û opozîsyona Sûriyê ligel hev bicivin

 

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka radgdehîne ku dema wê yekê nehtiye Rûsya  bo avakirina gotûbêjan di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wê wan li Moskoyê bi civîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova duh,3ê Mijdarê di konfiranseke rojnamevanî de ragehandibû ku biryar e Nûnerê NY bo Sûriyê Steffan De Mistura îro, 4ê mijdarê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov bicive bo avakirina gotûbêjên durist di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyonê de.

Di daxuyaniyekê de Berdevka Wezareta Amerîkayê Elisabeth Trudeau duh, 4ê Mijdarê ragehand ku pêwîste aliyên beşdar di proseya aştiyê de tekezî li ser pêngavêv dîblomatîk ên kongireya Viennayê bikin.

Trudeau da zanîn ku dema wê yekê nehtiya Mosko rejîma Sûriyê û opozîsyana wê li hev bicvîne.

Lê Berdevka Wezareta Rûsyayê diyar kirbû ku, ti pirsgirêk ji aliya rêjîma Sûriyê ve  tune ye ji ber ku zû de amadehiya xwe daye.

Di civîna Viennayê de, aliyên beşdar li ser destpêkirina proseya siyasî. Hilbijartin û agirbestê û çend xalên din lihev kirin, lê hê li ser çarenivîsa Esed nakokî hene. ew niha hewl didin bo bi nûnerên opozîsyona Sûrî re bicivin.