Kurdistan24
Nivîskar
ENKS: PYD û TEV-DEMê bi biryarek siyasî rêgirî li me kirin
rêveberiya deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve, rê neda şandeya ENKS ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.
K24- Qamişlorê
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radgehîne ku biryara rêgirtinê li hatina wan bo Başûrê Kurdistanê “siyasî” ye.
Duh, 3 Mijdarê, rêveberiya deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve, rê neda şandeya ENKS ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.
Di daxuyaniyekê de Serokê ENKS Îbrahîm Birro ragehand ku biryara ne hiştina derbasbûna wan bo Kurdistanê “siyasî”ye û diyar kir jî ku serdana wan bi mebesta danûstandin li gel aliyên navdewletî derbarê krîza Sûriyê de bû.
Herwiha Serokê ENKS daxwaza ji serkirdayetiya PYD û TEV-DEMê kir ku ev kiryar êdî dubare nebin.
Di dawiya daxuyaniyê de Birro tekezî li ser helwesta ENKS derbarê leşkeriya neçar û rêbazên xwendina Kurdî de kir, ku heta niha wan red dike.