Çavdêrekî siyasî: Aloziyên li Bakurê Kurdistanê zirar dan HDPê

dengên partiya Demokratîk a Gelan HDPê li gor hilbijartinên 7ê Hezîranê kêm bûn.

Çavdêrekî siyasî: Aloziyên li Bakurê Kurdistanê zirar dan HDPê
Çavdêrekî siyasî: Aloziyên li Bakurê Kurdistanê zirar dan HDPê

K24-Navenda Nûçeyan

 

 

Li Bakûrê Kurdistanê, li gel ku Partiya Edalet û Geşepêdanê AKP, di hilbijartinê de ji dengan sedî 49,5 wergirt û bi tenê dikare hikûmetê pêk bîne, lê dengên partiya Demokratîk a Gelan HDPê li gor hilbijartinên 7ê Hezîranê kêm bûn.

Çavdêrên Siyasî jî li ser  derencama hilbijartinê dibêjin ku gel bi dengên xwe piştgiriya rêbazên aştiyane dikin.

çavdêrên siyasî balkişand ku şer û aloziyan zirarên mezin dane, welatiyên Kurd û HDPê jî.

Dengên HDPê, di hilbijartinên pêşdemî yên 1ê midarê de, li gor hilbijartinên 7ê Hezîranê miyonek deng kêmbûn.

HDPê di Hilbijartinên 7ê Hezîranê de ji sedî 13.2 deng wergirtibû û yekem car wek partî bi 80 parlamenterî ketibû Parlamentoya Tirkiyeyê.

Akademisyenê beşa Mafnasî ya Zaningeha Dijleyê û Şîrovekarê Siyasî Vehap Coşkûn, dibêje, dengdaran, di 7ê Hezîranê  de, bi dengên xwe ji HDPê xwestin ko bi rêbazên aştiyane li çareseriyê bigerin, lê ji ber şer û alozî destpê kirin ew hêvî kêm bûne.

Dr. Vehap Coşkûn diyarkir û got:HDPê di Hilbijartinên 1ê mijdarê de ji sedî 10.8 deng wergirt û bi 59 parlamenterî dê di Parlamentoyê de cîh bigre.

Mafnas û çavdêrê siyasî, Sebahadîn Korkmaz jî, da zanîn ku, encamên dengdayînên 7ê Hezîranê diyarkar nabûn e û partiyên opozisyonê jî nikaribûne wan encaman baş binirxînin.

Kokmaz balkişand ku şer û aloziyan zirarên mezin dane, welatiyên Kurd û HDPê jî.

Sebahadîn Korkmaz da zanîn û got: Piştî hilbijartinên yekê mijdarê, her çiqas dengên HDPê kêmbûbin jî, HDP di nav 4 partiyên di parlamentoyê de piştî AKP û CHPê partiya 3-emin e, di van encaman diyar dibe ko heviyên gel ji HDPê kêmbûbe jî qût nebû ye.