Kurdistan24
Nivîskar
Tirbeya Zeynel Beg a dîrokî ji binavbûyînê tê rizgarkirin
ji aliyê wezareta vegûhestinê ya Tirkiyeyê ve ji binavbûyînê tê rizgarkirin
K24-Navenda Nûçeyan
Tirbeya Zeynel Beg a dîrokî ya navçeya Heskîfê ji aliyê wezareta vegûhestinê ya Tirkiyeyê ve ji binavbûyînê tê rizgarkirin.
Tirbe dê bi riya hêsinê bê vegûhestin. Lê Şaredariya Heskîfê ditirse ku dema vegûhestinê de tirbe xisar bibîne.
Bermahiya dîrokî ya pêşîn a Heskîfê, Tirbeya Zeynel Beg dê were vegûhestin. Hin deverên dîrokî yên navçeya Heskîfê piştî avakirina bendava Ilisuyê dê bin avê de bimîne.
Ji bo ku bermahiya dîrokî ya 650 salî, tirbeya Zeynel Beg binav nebe xebatên vegûhestinê destpêkirin.
Serokê Şaredariya Heskîfê Abdulvahap Kusen duh, 3 Mijdarê li ser vegûhestina tirbeyê bifakar e. Ji ber ku berî binavbûyîna Heskîfê rizgarkirina Tirbeya Zeynel Beg, yekemîn xebat e. Kusen got dê ev tirbe ji aliyê fîrmaya berpirs ve di nav 500 rojan de bê vegûhestin.
Lê ger di pêvajoya vegûhestinê de tirbe xisar bibîne dê li hemberî dinyayê hetka wan biçe. Abdulvahap Kusen her wiha li ser xebatên xurtkirina pira dîrokî ya Heskîfê ku ji aliyê wezareta veguhestinê ve tê kirin, metirsiya xwe anî zimên û got dibe ku xebatên wezaretê kêrî pirê neyên. Ji ber ku wezaret dê ji bo ku pira dîrokî dê bi kevirên bajarên Rihayê xurt bike.
Kevirên Rihayê dê çawa bikaribe pirê biparêze nediyar e lê tişta diyar û berbiçav ew e ku kevirên Rihayê dê xwezaya wê têk bibe.
Li ser vegûhestina Tirbeya Zeynel Beg Gerînendeya Parastina Berhemên Dîrokî ya Bajarê Batmanê Erkan Dursun got dê tirbe bi sîstema riya hêsinê bê vegûhestin. Giraniya tirbeyê 1100 ton e û ji bo vê pirojeyê jî nêzikê 16 mîlyon lîreyê Tirkiyeyê dê bê xerc kirin.
Heskîf navçeya Êlihê ye û xwedî mêjûyeke 10.000 salan e. Mîrateka dîrokî, taybet û dewlemend ya wê heye.
Salê bi hezaran geştyar serdana Heskîfê dikin. Ji ber avakirina bendava Ilisûyê dê ev mîrateya dîrokî di bin avê de bimîne.