nasnameya kesên ku jiyana xwe ji dest dane li pizîşka dadweriyê hatine tomar kirin.
Barana zêde ya li Iraqê bû sedema mirina 58 kesan
K24- Bexda
Wezareta Tendirûstiya Iraqê radgehîne ku di encama baranbarîna de "58" kesan jiyana xwe ji dest dan
Berdevkê wezareta Tendirûstiya Iraqê Ahmed el-Redinî duh, 3 Mijdarê ragihand ku ev 4 roj in li Iraqê baraneka zêde dibare û di encama wê de "58" kesan jiyana xwe ji dest dane.
El-Radinî da zanîn ku nasnameya kesên ku jiyana xwe ji dest dane li pizîşka dadweriyê hatine tomar kirin.
Ji ber barana zêde hikûmet di serî de li paytexta Iraqê Bexdayê û gelek bajarên din roja şemiya borî dibistanan kirin bênvedaneke fermî.