Kurdistan24
Nivîskar
Trikiyê radgehîne ku eger pêwîst be dê herin referandomê.
"babeteke wiha girîng bê rizamendiya gel nabe"
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomariya Tirkiyê radgehîne ku dê li gel re bişêwirin û eger pêwîst be di herin refrandomê.
Piştî ku di hilbijartina 1ê Mijdarê de AK Partî bû partiya yekem û bi tena serê xwe dikare hikûmeta nû pêk bîne, niha gotûbêj derbarê serokayetiyê de zêdetir bûne.
Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniyekê de îro, 3 Mijdarê derbarê sîstema serokatiyê de got ku dê bi gel re bişêwirin û eger çareserî wê di referendum be dê biçin referandomê jî.
derbarê mijarê de Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin tekez kir ku babeteke wiha girîng bê rizamendiya gel nabe û eger pêwist bike dê herin referandomê.
Li Tirkiyê demek dibe ku danûstandin derbarê sîstema serokatiyê de tê kirin, aliyên opozîsyon dijî vê sîstemê derdikevin û AK Partî jî li ser wê yekê pêdagire ku sîstema Tirkiyê ji komariyê bike serokayetî.