Trikiyê radgehîne ku eger pêwîst be dê herin referandomê.

"babeteke wiha girîng bê rizamendiya gel nabe"

Trikiyê radgehîne ku eger pêwîst be dê herin referandomê.
Trikiyê radgehîne ku eger pêwîst be dê herin referandomê.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyê radgehîne ku dê li gel re bişêwirin û eger pêwîst be di herin refrandomê.

Piştî ku di hilbijartina 1ê Mijdarê de AK Partî bû partiya yekem û bi tena serê xwe dikare hikûmeta nû pêk bîne, niha gotûbêj derbarê serokayetiyê de zêdetir bûne.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin di daxuyaniyekê de îro, 3 Mijdarê derbarê sîstema serokatiyê de got ku dê bi gel re bişêwirin û eger çareserî  wê di referendum be dê biçin referandomê jî.

derbarê mijarê de Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin tekez kir ku babeteke wiha girîng bê rizamendiya gel nabe û eger pêwist bike dê herin referandomê.

Li Tirkiyê demek dibe ku danûstandin derbarê sîstema serokatiyê de tê kirin, aliyên opozîsyon dijî vê sîstemê derdikevin û AK Partî jî li ser wê yekê pêdagire ku sîstema Tirkiyê ji komariyê bike serokayetî.