Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Wezîrê Derve yê Tirkiyê dike

proseya aştiyê û rewşa Tirkiyê piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê babetên serke yên civînê bûn

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Wezîrê Derve yê Tirkiyê dike
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Wezîrê Derve yê Tirkiyê dike

K24-Pîrmam

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sînîrlîoglu kir.

Îro, danê sibehê 4ê Mijdarê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Pîrmam pêşwaziya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sînîrlîoglu kir, proseya aştiyê û rewşa Tirkiyê piştî hilbijartinên 1ê

Mijdarê babetên serke yên civînê bûn.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24 Wezîrê Derve yê Tirkiyê behsa  pêwendiyên aborî di nabera her du welatan de kir, herwiha behsa encamên hilbijartinên tirkiyê yên ku li 1ê mijdarê li wî welatî hatibûne encamdan hate kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlîoglu duh, 3 Mijdarê bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê re gihîştibû Herêma Kurdistanê. Û li gel Serokwezê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiyabû.

Serdana Wezîrê Derve Yê Tirkiyê di demekê de tê piştî partiya Dad û Geşepêdanê serkeftin di hilbijatirnên 1ê Mijdarê yê li Tirkiyê anî, herwiha eve cara yekemîne weke wezîrê Derve yê Tirkiyê tê Kurdistanê.