Barzanî: Em rê nadin Bexdayê kontrola petrola Herêma Kurdistanê bike

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê di hevdîtina Peymangeha Rojhilata Navîn bo Tundûtûjiyê “MERI” de ragehand ku careke din ew rê nadin Bexdayê kontrola petrola Herêma Kurdistanê bike

Barzanî: Em rê nadin Bexdayê kontrola petrola Herêma Kurdistanê bike
Barzanî: Em rê nadin Bexdayê kontrola petrola Herêma Kurdistanê bike

K24 – Hewlêr

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê di hevdîtina Peymangeha Rojhilata Navîn ya Lêkolînan “MERI” de ragehand ku careke din ew rê nadin Bexdayê kontrola petrola Herêma Kurdistanê bike.

Di hevdîtina Peymangeha Rojhilata Navîn ya Lêkolînan “MERI” îro 4 Mijdarê li Hewlêrê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand ku careke din ew rê nadin Bexdayê kontrola petrola Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha got jî “Çûna me bo Bexdayê nayê wateya şikestina siyaseta petrola Herêma Kurdistanê ye, her tim em û Bexdayê hevpar in, heya ku me serbixwebûna xwe ragehand.”

Di roja duyem ya hevdîtinê de Barzanî amaje bi dîrokiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir û got ku berî ku AKPê were ser desthilatê, Artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser sînorên Kurdistanê dike.  

Barzanî amaje bi rola Serokê Tirkiyê yê berê di salên 1989 – 1993 Turgut Ozal kir jî ku rolekî wî baş di parastina hêla dije firînê ya li Herêma Kurdistanê hebû.

Ji aliyekî din ve, Barzanî derbarê sistbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexda de got ku, 13 sal in ew çaveriya cibicîkirina destûra ku gelê Iraqê li ser deng dane dikin, lê ji vê zêdetir ew nikarin çaverê bin, herwiha duristkirina pêwendiyan ligel Bexdayê bi giringî binav kir.

Barzanî behsa serbixwebûna Herêma Kurdistanê jî kir û got ku ew mafekî rewa yê Herêma Kurdistanê ye, divê bi goftûgo ligel Bexdayê di vê derbarê de were kirin.

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Hêza Pêşmerge li dirêjahiya hezar K.M sînora Kurdistanê diparêzin û heya niha hezar û 300 şehîd û 7 hezar birîndar di şerê li dijî DAIŞê de dane.  

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya welatên ku alîkariya Herêma Kurdistnê di şerê li dijî DAIŞê de kirine, kir. Bi taybet jî Amerîka, çend welatên Ewropayê, Tirkiya û Îranê.