Kurdistan24
Nivîskar
Tirkiyê rola Pêşmerge di rûbirûbûna DAIŞê de bilind dinirxîne
Ew ligel Herêma Kurdistanê alîkar in, ji bo bikarin rêxistina DAIŞê jinav bibin
K24 – Hewlêr
Wezîrê Derve yê Tirkiyê di hevdêtina Peymangeha Rojhilata Navîn ya Lêkolînan “MERI” de ragehand ku ew ligel Herêma Kurdistanê alîkar in, ji bo bikarin rêxistina DAIŞê jinav bibin.
Wezêrê Derve yê Tirkiyê Ferîdûn Sinirlioglu îro 4 Mijdarê di hevdîtina MERI de rola Pêşmerge û Hikumeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna DAIŞê de bilind nirxand û ragehand ku sînorê Herêma Kurdistanê bi DAIŞê re hezar K.M e, ev ne sînorekî kêm e herweha bi hezaran Pêşmerge di parastina wê sînorê de bûne qurbanî.
Sinirlioglu di vê derbarê de got jî ku, pêwîst e hemû aliyên rûbirûyî DAIŞê dibin hevkiryê ligel hev bikin bo têkbirina wê rêxistinê, Sinirlioglu tekezî li hevkariya Pêşmerge û Herêma Kurdistanê jî kir.
Sinirlioglu di beşekî din de got ku nêzîkî 2 milyon penaber li Tirkiyê hene, ev rêjeya bilind pirsgirêkeke aborî li welatê wî çê kiriye.