HDP: Em li dijî sîstema serokatiyê ne

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê diyar kir ku ew li ser gotina xwe rijd in û li dijî guhertina sîstema siyasî ya Tirkiyê û anîna sîstema serokatiyê ne

HDP: Em li dijî sîstema serokatiyê ne
HDP: Em li dijî sîstema serokatiyê ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê diyar kir ku ew li ser gotina xwe rijd in û li dijî guhertina sîstema siyasî ya Tirkiyê û anîna sîstema serokatiyê ne.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen duh di daxuyaniyekê de ragehandibû ku HDP ne li dijî sîstema serokatiyê ye û ew dikarin di çarçoveyek demokratîk de kîjan sîstema siyasî bo Tirkiyê baş be li ser wê gotûbêjan bikin.

Van gotinên Bîlgen rê li ber gotûbêjan vekiribû, îro 4 Mijdarê jî wî berdevkê HDP'ê li ser navnîşa xwe ya twiterê derbarê mijarê de got: “Em li dijî desthiladariya yek kesî ne û tekez li dijî sîstema serokatiyê ne. Lê mijara guhertina destûrê de em ji gotûbêjan re amade ne.”

HDPê di dirûşma xwe beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jî ji bo Serokomarê Tirkiyê Erdogan digot “emê te nekin serok”