Kurdistan24
Nivîskar
Li Wanê jin dibin şofêrên otobûsan
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê şofêrên jin ên şaredariyê dest bi ajotina otobûsên nav kolanênên bajêr kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê şofêrên jin ên şaredariyê dest bi ajotina otobûsên nav kolanênên bajêr kirin.
Rêveberiya Xizmetên Guhestinê ya Şaredariya Wanê, 5 şofêrên jin ji bo ajotina otobûsên şaredariyê perwerde kirin. Piştî perwerde û rahênanên mehekê şofêrên jin li otobûsên xwe siwar bûn û nava kolanên Wanê geriyan.
Yekem şofêra jin a Şaredariya Wanê Zeynep Yorgûn got ew gelek kêfxweş e ku vî karî dike û di nava civakê de jî têgehiştina ''Jin nikarin karê ajotinê bikin'' şkînandine. Yorgûn dibêje xelk jî bi kêfxweşî wan pêşwazî dike û herwiha rêwingên wan jî ji wan razî ne.
Rêveberiya Xizmetên Guhestinê ya Şaredariya Wanê ragehand ku ew dê dema pêş hejmara jinên şofêr zêde bikin.
