Kurdistan24
Nivîskar
Penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Kampa Basirmeyê dawî li jiyana xwe tîne
Penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Kampa Basirmeyê ya Parêzgeha Hewlêrê dawî li jiyana xwe anî.
K24 – Hewlêr
Penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Kampa Basirmeyê ya Parêzgeha Hewlêrê dawî li jiyana xwe anî.
Penaberekî Rojavayê Kurdistanê bi navê Îmad Mihemed Remo, li Kampa Basirmeyê ya Parêzgeha Hewlêrê îro 4 Mijdarê danê êvarê ji ber sedemeke ne diyar xwe bi dar ve kir.
Li gor ku malbata wî ji K24ê re ragehandine ku ti sedemek diyar ji bidarvekirina wî re nîne. Malbata wî diyar kirin jî ku nexweşiyek derûnî pê re hebû.
Îmad Mihemed Remo ku ji xelkê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye li Kampa Basirba ya Parêzgeha Hewlêrê dimîne, bavê 4 zarokan e hevjîna wî jî ji xelkê Şamê paytexta Sûriyê ye, ji destpêka Şamê de penaberî Başûrê Kurdistanê bûye.