Kurdistan24
Nivîskar
Rêxistina Lêborîna Navdewletî kiryarên binçavkirinê li Sûriyê şermezar dike
zêdetir ji "65" hezar kesên sivîl ji sala 2011 heta niha ji aliyê rêjîma Sûriyê û alîgirên wê ve binçavkirîne.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêxistina lêborîn a Nadewletî radgehîne ku rejîma Sûriyê û grûpên alîgirên wê ji sala 2011 ve û heta niha bi dehan kes binçav krine û wan kiryaran bi tawanên dijî mirovatiyê bi nav dike.
Di daxuyaniyekê de rêxistina Lêborîn a Navdewletî duh, 4ê Mijdarê ragehand ku wan hevdîtin li gel malabatên kesên ku ji aliyê rêjîm û alîgirên wê ve hatine binçavkirin kirine û da zanîn ku malbatan hetanî çarenivîsa zarokên xwe bizanin neşarbûne kesên ku pêwendiya wan bi rêjîmê ve hene pertîlkirine ango(reşwe).
Rêxstinê diyar kir ku derbarê pirsa wan binçavkriyan danûstandin li gel Hikûmeta Sûriyê kirine, lê rejîma Sûriyê raporê behsa binçavkiryan dike red kirine.
Ji aliyeke din ve rêxistina Lêborînê daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê kir ku rê bidin komîteya çavdêrên navdewletî a lêpirsînê derbasî wî welatî bibe.
Li gor amarên Tora sûrî a Mafên Mirovan zêdetir ji "65" hezar kesên sivîl ji sala 2011 heta niha ji aliyê rêjîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wê ve binçavkirîne.