Evîn Şikakî
Reporter
Amerîka bi niyete alîkariyên zêdetir radestî Hêza Sûriyê a Demokratîk dike
barek ji çek û teqemenî bi rêya firokeyên ji corê C-17s ku ji 112 paket pêktê avêtibûn
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî serkeftina wê di heftiya borî de li navçeya Holê Amerîka alîkariyên zêdetir radestî Hêza Sûriyê ya Demokratîk dike.
Berdevkê Havpeymaniya Navdewletî Steve Waren di daxuyaniyekê de duh, 4ê Mijdarê, ragehand ku hîza Sûriyê a Demokratîk karî 255 K.m li navçeya Hol ya ser bi parêzgeha Hesekê ji rêxistina DAIŞê rêzgar bike.
Hêza Sûriyê a Demokratîk ji Şervanên Kurd, Ereb û Xirîstiyanî pêk tê, Amerîka jî bi mebesta şerê Ii dijî DAIŞê alîkarî û piştgiriya wan dike.
Waren diyar kir ku Amerîka berî niha û di 12ê Cotmehê de barek ji çek û teqemeniyan ji embargehên xwe yên li weltên derûdorê barkiribûn, bêyî ku navê wan welatan diyar bike.
Waren tekez kir ew dê alîkariyên xwe zêdetir bikin.
Ji aliyê xwe ve jî berpirsekî Amerîkî di 11ê Cotmehê de eşkerekirbû ku ew çek û teqemenî bi rêya firokeyên ji corê C-17s ku ji 112 paket pêktê avêtibûn.
Qasê wî barê çekan 50 Ton bû û ji çekên sivik, gule û narincokan pêk dihat, wek ku Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) ragehandibû.
Waren da zanîn ku serkeftinên Hîza Demokratîk a di heftiya borî de bi alîkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî bû û diyar kir firokeyên wan 17 operasyonên esmanî li nevçeya Hol pêkanîn û di encam de 79 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.