Alozî li Bakûrê Kurdistanê zêde dibin

Çalakvan nerazîbûnên xwe, ji encamên hilbijartinan re nîşan didin

Alozî li Bakûrê Kurdistanê zêde dibin
Alozî li Bakûrê Kurdistanê zêde dibin

K24-Navenda Nûçeyan

li naçeyên Amed, Colemêrg, Şirnx, Mêrdîn, Elezîz û Sêrtê heta niha 11 kesan jiyana xwe ji dest dane, rayedarên Hikûmrtê jî dibêjin dê operasyon bidomin û PKKê jî ragehandiye dê çalakî berdewam bin.  

Li Farqîna Navçeya Amede ji roja 2ê Mijdarê û heta niha eve  3 roj e şer û pevçûn didomin. Li 3 taxan derketina kolanan hatiye qedexe kirin. Di herdû rojên borî de, 2 çalakvanan canê xwe ji dest dabûn ko yek ji wan sivîl bû. Doh jî  zarorkek 5-6 salî û dayîka wî bi guleyên polîsan canê xwe ji dest dan.

Berpirsên ewlekariya Farqînê ragihand ku polesekî jî canê xwe ji dest daye yek jî birîndar e.

Ji alyeke din ve, şevê din 4ê Mijdarê û  ji demjimêr 5ê êvarê ve, 22 gundên ku bi Xanê û Lice ya nevçeyên Amedê ve girêdayîne jî wek heremên qedexe hatin ragehandin . Walîtiya Amedê  ragihandiye ku ji bu ewlehiya can û malen xwe divê kes li wan deveran negerin.

Her wiha li Qoser a Navçeya Mêrdînê kesekî, li Sêrtê jî kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha li li Colemêrgê û navçeya wê Gewerê jî şer û pevçûn hene. 2 leşger, 3 jî çalakvan jiyana xwe ji dest dane.