Kurdistan24
Nivîskar
Welatiyên Bakûrê Kurdistanê êdî naxwazin di nav şer de bijîn
ev 4 roje ku derketina kolanan qedexe ye
K24-Navenda Nûçeyan
Li Farqîna Navçeya Amedê ye, li nîvê wê, yanî li 3 taxan, ev 4 roje ku derketina kolanan qedexe ye û dengên çek û bombeyan jê kêm nabûye, welatî dibêjin êdî naxwazin wiha bijîn.
Li Farqînê di Tundrewiyên piştî hilbijartinê de yek ji wan zarok 5 kes, jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî birîndar bûne.
Selamî Ogutkan dibêje, ew êdî ji wan bûyeran naçar mane û êdî naxwazin di nav şer û aloziyan de bijîn.
Herwiha kuştina dayîk zarok wiha radigihîne:Di roja 3-emin aloziyên li naveçyê de, şandeka Partiya Demokratîk a Gelan HDPê jî çû navçeyê û piştî beşdarî teziya Mislum Tayar ku di buyerên roja yekem de jiyana xwe destdabû bûn û parlamenterê Amedê Nimetilah Erdogmiş, daxuaynd ku ew hewla agirên pêt bûne bitemirînin didin.
Welatiyeka din bi nave Diyadîn Gosterîş ku temenê wî 45 saliye û li Farqînê dijî, nerazîbûna xwe li dijî operasyonan ragihand û diyar kir ku zirarên mezin sivîl dibînin.
Gosterîş diyarkir û got:Ji Şer û pevçûnan herdû dewlet çalakavanên nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistan PKKê, rayedarên PKK jî dewleta Tirk tawanbar dikin. Lê sivîl nerazîbûnên xwe bu herdû aliyan jî radigîhinin.