Kurdistan24
Nivîskar
Aborîzan ji encamên hilbijartinên Tirkiyê bi hêvî ne
bilindbûna nirxên kompaniyên borsaya Stenbolê û diravê Tirkiyê jî zêde dibe
K24-Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê saziyên pîşeyî, karsaz û ekonomîst, encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê ku rê li ber pêkanîna hikûmeta yek partiyê vedike, ji bu pêşveçûna aboriyê erênî dibînin.
Bi eşkerebûna encamên nefermî yên hilbijartinê re, bihayê dolar û zêr kêm bû, bilindbûna nirxên kompaniyên borsaya Stenbolê û diravê Tirkiyê jî zêde dibe.
Beriya hilbijartinê, ji ber nediyariya siyasî û avanekirina hikûmeteke hevpeymanî, rêjeya veberhênanê daket û aboriyê welat jî li gor çend pûanan bi paş ve çû.
Saziya Fitchê ya ku li ser aboriya welatan puana krediyê dide, piştî encamên hilbijartina 1'ê Mijdarê dîyar dike, her çiqas yek partî dikare hikûmetê ava bike jî ji bu aboriyeke baş pêwîstî bi berdewamiya reforman heye.
Ekonomîst Erol Katırcıoglu dibêje, "Desthilatdariya bi yek partiyê bandora baş li aboriyê dike. Lê belê eger kêşeyên siyasî û civakî yên li welêt neyên çareserkirin wê rewşa aboriyê jî xera bibe, çimkî aborî û siyaset girêdayî hev in."
Erol Katırcıoğludiyarkir û got: Eger Tirkiye, bi kiryarên xwe, bi awayekê bi rêkûpêk siyaseteke demokratîk bimeşîne, karsazên biyanî jî ji bu razemaniyê wê berê xwe bidin vî welatî. Di vir de rola bankeya navendî ya Amerîkayê jî girîng e. Ger bankaya navendî rêjeya faîzê zêde bike, dibe ku sermeyadar bikevin tengasiyê."
Dihat çaverêkirin ku ji meha 1'ê heta meha 8'an a 2015'an, 64 milyar dolar veberhênan li Tirkiyê were kirin, lê ji ber nebûna aramiyê ew pêk nehat.
Hikûmeta nû ya ku were avakirin girîngiyeke mezin dide aboriyê. Akademîsyen û aborîzan Kerem Alkın, dest nîşan dike ku ji bû pêşveçûna aboriya welatekî hikûmeta yek partiyê her tim baştir e.
Mehmet Alkın ku Akademîsyene wiha dibêje: "Bi van encamên hilbijartinê re rewşa nediyar siyasî zelaltir bû. Her wiha êdî Tirkiye dikare bi hêsanî bi welatên cîranê xwe re, bi taybet jî bi Kurdistana Iraqê re têkliyên xwe yên aborî baştir bike. Hevdîtina wezîrê derve yê Tirkiyê Feridun Sinirlioglu û serokwezîrê Kurdistana Iraqê nîşaneya vê yekê ye."
Piştî diyarbûna rewşa siyasî, hemwelatiyên Tirkiyê li bendê ne ku rewşa wan a aborî ber bi başiyê ve here. Derdorên sermayedar jî ji bu pêkanîna projeyên nû û razemeniyê bendewariya hikûmeta nû dikin.