Kurdistan24
Nivîskar
Demîrtaş: Divê çek bi tevahî ji dewreyê derkevin
pêdiviya Tirkiyê bi destûreke nû heye
K24-Amed
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş tekez kir ku pêdiviya Tirkiyê bi destûreke nû heye û derheqa sîstema serokatiyê de jî helwêsta wan nehatiye guhertin.
Hevserokê HDPê îro, 5ê Mijdarê li Amedê derbarê danûstandina li ser sîstema serokatiyê helwêsta partiya xwe eşkere kir.
Demîrtaş got ku ew ligel sîstema parlamenteriyê ne û ti guhertinek jî di helwêsta wan de çênebûye.
Demîrtaş da zanîn ku ew dixwazin Parlamentoya Tirkiyê careke din proseya çareseriyê bixe rojevê û bi wê yekê re ne ku çek bi tevahî ji devrê derkevin.
Li gor Demîrtaş, hebûna şer û pevçûnan di dema hilbijartinê de bandor li hemû partiyan kiriye û dibêje ku ne li deverên cihê şer û wan navçeyên xendek lê hatine kolandin lê li rojavayê Tirkiyê deng wenda kirine.