KCK: Êrîşên AKP’ê agirbest bidawî kir

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) rawestandina agirbestê li dijî oporesyonên Artêşa Tirkiyê ji ber siyaseta Partiya Dad û Geşepêdanê ya şerxwaz, radigehîne.

KCK: Êrîşên AKP’ê agirbest bidawî kir
KCK: Êrîşên AKP’ê agirbest bidawî kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) rawestandina agirbestê li dijî oporesyonên Artêşa Tirkiyê ji ber siyaseta Partiya Dad û Geşepêdanê ya şerxwaz, radigehîne.

Hevserokatiya Konseya Rêveber KCKê îro 5 Mijdarê di daxuyaniyekê de ragehand, li ser daxwaza HDPê û aliyên demokratîk, PKKê agirbest ragehandibû, lê piştî hilbijartinên 1ê Mijdarê, AKPê eşkere ragehand ku dê hikûmeta nû bibe hikûmeta şer ji ber wê jî ti wata ji agirbestê re namîne.

Di daxuyaniyê de hat jî ku, ji ber siyaseta ku AKPê ferz dike, ew nikarin bi operesyonên xwe ji aliyekî de rawestênin, ji ber wê dema agirbestê nema. Herwiha KCKê daxwaz ji gelê Kurd û gelên Tirkiyê kir jî ku xebata xwe xurt bikin.

KCKê diyar kir, di encama biryara dijwarkirina şer de, bi armanca tinekirinê êrîş hatine kirin, ku li Geverê 2, li Nisêbînê 1, li Farqînê 4, li Colemêrgê 1 ciwan hatine kuştin, gelek ciwan jî ji ber van êrîşan birîndar bûne. Ev hemû êrîş, di dema ragehandina rewşa bêçalakîtiya yekalî de pêk hatin.

Li Bakurê Kurdistanê gelek bajar û qadên bejahî weke herêma qedexekirî hatin îlankirin. Herwiha firokeyên Tirkiyê ji roja yekşema borî de du zincîre ji êrîşan li dijî pêgehên PKKê li Başûrê Kurdistanê pêk anîbûn.

PKKê roja 10ê Cotmeha borî û ji bo parastina ewlehiya hilbijartinên 1ê Mijdarê, bi awayekî yekalî “bêçalaktî” ragihandibû.