Kurdistan24
Nivîskar
Fransa Hilgira Firokeyan “Charles de Gaulle” di şerê DAIŞê de pişikdar dike
Fransa radigehîne ku dê Hilgirê Firokeyan “Charles de Gaulle” û grûpa şerker ya pê re bişîne Sûriyê û Iraqê bo piştgîriya operesyonên wê li dijî DAIŞê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fransa radigehîne ku dê Hilgirê Firokeyan “Charles de Gaulle” û grûpa şerker ya pê re bişîne Sûriyê û Iraqê bo piştgîriya operesyonên wê li dijî DAIŞê.
Serokatiya Fransayê îro 5 Mijdarê piştî civîneke Encûmena Wezîran ya derbarê bergîriyê de, di daxuyaniyekê de ragehand ku dê Hilgirê Firokeyan “Charles de Gaulle” bişîne Sûriyê û Iraqê bo piştgîriya operesyonên Fransayê li dijî DAIŞê.
Herwiha di daxuyaniyê de hat jî, ku biryar hatiye dayîn bo birêkirina grûpa şerker ya bi wê hilgirê re bo pişikdariya operesyonan bike.
Daxuyaniyê diya kirk u , Serokatiya Fransayê piştevaniya veguhastineke siyasî li Sûriyê dike, lê got jî ku bi çi awayî be Fransayê nabe Esed di pêşeroja Sûriyê de hebe.
Tê zanîn ku bi Hilgira Firokeyan “Charles de Gaulle” re jêrderyayek êrîşker û çend Frigate û keştiyeke bo tijîkirina sotemeniyê pişikdar dibin.
bi vê yekê Fransayê karînên xwe yên leşkerî bihêztir dike, ku berê 6 firokeyên Rafal li Îmarata Erebî û 6 firokeyên Mîrac li Urdinê dimînin. Ku ji Îlona 2014 de bi Hevpeymaniya Navdewletî re li dijî DAIŞê êrîşan dike.