Kurdistan24
Nivîskar
Li Çolemêrgê 31 gerîlayên PKKê şehîd bûn
Li Bakurê Kurdistanê li Herêma Ormemarê 31 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê şehîd bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê li Herêma Ormemarê 31 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê şehîd bûn.
Serekaniya Tirkiyeyê îro 5 Mijdarê ragihand ku li bajarê Colemêrgê herêma Oremarê ev 2 roj in li hemberî gerîlayên PKKyê operasyonên berfireh didomin, herwiha got jî ku di çarçoveya operasyonan de duh 15 îro jî 16 gerîlayên PKKyê jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha operasyon di gel hêzên bejayî, bi firokeyên şerî jî didomin. Duh jî di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên tirk de pevçûn derketibû û di encamê de 2 leşker hatibûn kuştin.
Ji aliyekî din ve jî, HPGê ragihand ku li Oremarê 15 leşkerên tirk hatine kuştin.