Kanada: Hêza pêşmerge li dijî terorîstan jêhatîtirîn hêz e

Konsulusê Kanadayê li Iraq û Urdinê radigehîne ku em weke Kanadayê berdewam dibin li ser piştgîrîkirina hêzên pêşmerge û Kurdistanê.

Kanada: Hêza pêşmerge li dijî terorîstan jêhatîtirîn hêz e
Kanada: Hêza pêşmerge li dijî terorîstan jêhatîtirîn hêz e

K24 – Hewlêr

Konsulusê Kanadayê li Iraq û Urdinê radigehîne ku em weke Kanadayê berdewam dibin li ser piştgîrîkirina hêzên pêşmerge û Kurdistanê.

Şêwermendê Encûmena Asayişê ya Kurdistanê Mesrûr Barznî îro 5 Mijdarê ligel Konsulusê Kanadayê li Iraq û Urdinê Bruno Saccomanî civiya.

Saccomanî ji ragehand ku heta niha hêzên pêşmerge jêhatîtirîn hêz e ku li dijî terorîstan şer kiriye lewre hêjayê destxweşiyê ne û em weke Kanada berdewam dibin li ser piştgîrîkirina hêzên pêşmerge û Kurdistanê.

Saccomanî diyar kir ku ew hewl didin têkiliyên xwe yên siyasî û abûrî ên ligel Kurdistanê berfiretir bikin. Herwiha got jî ku Hêzên Pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê jêhatîbûna xwe çespand.

Saccomani herwiha eşkere kir ku demeke dirêj Kurdistan hatibû jibîrkirin lewre niha dem dema vê yekê ye ku derkeve û ji cîhana derve re bibêje ka heta niha çi kiriye.

Barzanî jî spasiya Saccomani kir ku bo damezrandina têkiliyên navbera Kanada û Kurdistanê de roleke çalak lîstiye û tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Kurdistanê li ser karkirin li gel Kanadayê rijd e.