Li Cizîrê 3 rokêt bi ser dadgehê de hatin avêtin

Li navçeya Cizirê ya ser bi bajarê Şirnexê ve gerîlayên PKKê bi rokêtan êrîşî avahiya Dadgehê kirin û piştre jî pevçûn derket.

Li Cizîrê 3 rokêt bi ser dadgehê de hatin avêtin
Li Cizîrê 3 rokêt bi ser dadgehê de hatin avêtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Cizirê ya ser bi bajarê Şirnexê ve gerîlayên PKKê bi rokêtan êrîşî avahiya Dadgehê kirin û piştre jî pevçûn derket.

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Cizîrê îro Demjimêr 01.30ê destpêka rojê, gerîlayên PKKê 3 rokêt avêtin avahiya Dadgeha Cizîrê. Piştî vê êrîşê di navbera gerîlayan û polîsên ewlekariya dagehê de pevçûn derket.

Jiber pevçûnan ziyan gehişte avahiya dadgehê û çend xaniyên li taxê. Hate zanîn ku di encama pevûnê de ti ziyanek canî çênebûye.

Piştî êrîşê hêzên ewlekariya Tirkiyê li navenda navçeyê operasyon dane destpêkirin.

di destpêka meha Îlonê de li Cizîrê 9 rojan qedexeya derketina derve hatibû ragehandin û di encama pevçûnan de 22 kesan jiyana xwe jidest dabû.