Kurdistan24
Nivîskar
Rûsya Nirxandina şûnewarên dîrokî li Sûriyê ji NUESCO dike
Wezîrê derve yê Rûsyayê daxwaz ji UNESCOyê kir ku şandekê bişîne Sûriyê bo nirxandina şûnwarên dîrokî yên hatine jinavbirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rûsyayê daxwaz ji UNESCOyê kir ku şandekê bişîne Sûriyê bo nirxandina şûnwarên dîrokî yên hatine jinavbirin.
Piştî hevdîtina Serokwezîrê Rûsyayê Sergei Lavrov digel Rêvebera Giştî ya UNESCOyê Îrîna Bokova îro 6 Mijdarê di konfiranseke rojnamevanî de ragehand ku, şûnwarên dîrokî yên Heleb û Tedmurê û gelek deverên din yê Sûriyê û Iraqê bi hovane tên jinavbirin, dewlemendiya hemû cîhanê ye.
Lavrov daxwaz ji UNESCOYê kirk u, piştî ev dever ji destê DAIŞê bêne derxistin, divê şandeke pispor bo nirxandina ziyanên şûnwaran bişîne wan deveran, bo naskirina şûnwarên jinavçûyî, da di demên pêş de karekî li ser nûjenkirina wan şûnwaran bikin.