Li Reqayê 42 li Bokemalê jî 22 kes di êrîşên firokeyan de hatin kuştin

Di encama êrîşên Rûsyayê de li Reqayê 42 kes hatin kuştin, li Bokemalê jî 22 sivîl di êrîşên nenas de hatin kuştin.

Li Reqayê 42 li Bokemalê jî 22 kes di êrîşên firokeyan de hatin kuştin
Li Reqayê 42 li Bokemalê jî 22 kes di êrîşên firokeyan de hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama êrîşên Rûsyayê de li Reqayê 42 kes hatin kuştin, li Bokemalê jî 22 sivîl di êrîşên nenas de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro 6 Mijdarê ragehand ku, Firokeyên Rûsyayê êrîşek li parêzgeha Reqayê dan, di encamê de 42 kes hatin kuştin, ji nav wan 15 çekdarên DAIŞê bûn, 27 jî sivîl bûn.

Li gor heman jêderê jî, firokeyin ku nehatin naskirin êrîşî bajarokê Bokemalê ya parêzgeha Dêrezorê kirin, di encamê de zêdetirî 22 kes hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûbûn.

Parêzgeha Reqayê wek paytexta DAIŞê tê naskirin. Herwiha zêdetirî nîvê Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyê di bin destê DAIŞê de ye di nav de jî bajarokê Bokemalê ya dikeve ser sînorê Iraqê.

Ji 30ê Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi operasyonên esmanî li dijî “terorîstan” li Sûriyê kiriye, Amerîka jî bi cavê gunmanê li wê destêwerdanê dinêre.