Kurdistan24
Nivîskar
PSK daxwaza rawestandina êrîşên Tirkiyê li ser PKK li Başûrê Kurdistanê dike
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyekê ragihand û daxwaz kir, Tirkiye operasyonên ser bingehên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê rawestîne û PKK-KCK jî agirbesta ku îlan kiribû paşve nekişîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi daxuyaniyekê ragihand û daxwaz kir, Tirkiye operasyonên ser bingehên PKK'ê yên li Başûrê Kurdistanê rawestîne û PKK-KCK jî agirbesta ku îlan kiribû paşve nekişîne.
PSK'ê Di daxuyaniyeke nivîskî de îro 6 Mijdarê, ragehand ku îlankirina xweseriyan tenê zirar daye gelê kurd û bi vê sedemê jî rayedarên hikûmeta Tirkiyê dibêjin, "Heta yek terorîstek jî bimîne emê operasyon û êrîşên esmanî bidomînin."
PSK destnîşan dike, daxuyaniyên beramberî hev dibin sedema kûrbûna nakokiyan û berdewamiya tundiyê û hate gotin, "Ev helwest, çareseriya pirsgirêka kurd dixe tengasiyê û rê li ber Tirkiyeyê digire ku derbasî demokrasiyeke gerdûnî bibe."
PSK, bang li Serokomar û hikûmeta Tirkiyeyê jî kir ku dev ji tundî û zimanê tundiyê ku ne riya çareseriyê ye berdin, êrîşên esmanî û operasyonên leşkerî yên li hemberî Başûrê Kurdistanê rawestînin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane gavên pêwist bavêjin.