Kurdistan24
Nivîskar
li Tirkiyê 20 endamên DAIŞê hatin girtin
Li Tirkiyê berî lûtkeya lîderên 20 welatên pêşketî (G-20) ku li bajarê Antalya birêve diçe tedbîrên ewlekariyê têne zêde kirin. Di operasyoneke polîsan a ser bergumanên DAIŞ'ê de, 20 kes hatin desteser kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê berî lûtkeya lîderên 20 welatên pêşketî (G-20) ku li bajarê Antalya birêve diçe tedbîrên ewlekariyê têne zêde kirin. Di operasyoneke polîsan a ser bergumanên DAIŞ'ê de, 20 kes hatin desteser kirin.
Li bajarokên Antalya Manavgat û Alanya yên Tirkiyê îro 6 Mijdarê, operasyoneke berfireh li ser DAIŞ'ê hate kirin. Di encama operasyonê de, 20 bergumanên DAIŞ'ê ku belgeyên digîtal jî ligel wan hebûn hatin girtin. Bergumanên DAIŞ'ê piştî ku hatin desteser kirin, ew ji bo lêpirsînê şandin Navenda Têkoşîna Dijî Terorê.
Berî lûtkeya 15-16'ê Mijdarê ya rêberên 20 welatên pêşketî, duh Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Selamî Altinok li bajarê Antalya bi parêzgar Muammer Turker û hêzên ewlekariyê re li ser amadekariyên dawî civîyabû.
Operasyonên dijî DAIŞ'ê yên ku berî Kombûna G-20 ya rêberên 20 welatan pêk tên, nîşan didin ku Tirkiye li hember xetera êrîşên DAIŞ'ê di asta herî bilind de tedbîran distîne.