Şêwirmendê Xaminî: Îran şerê li Sûriyê birêve dibe

Şêwirmendê leşkerî yê Rêberê bilind yê Îranî dibêje ku Îran şerê li Sûriyê birêve dibe û beşdariya Hêza Pasdarên îranê jî nehêşt ku Esed bikeve.

Şêwirmendê Xaminî: Îran şerê li Sûriyê birêve dibe
Şêwirmendê Xaminî: Îran şerê li Sûriyê birêve dibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê leşkerî yê Rêberê bilind yê Îranî dibêje ku Îran şerê li Sûriyê birêve dibe û beşdariya Hêza Pasdarên îranê jî nehêşt ku Esed bikeve.

Şêwirmendê leşkerî yê Rêberê bilind yê Îranî Lîwa Rehîm Sefewî îro 6 Mijdarê ragehand ku Îranê nehêşt Serokê Sûriyê Beşar Esed bikeve, di riya damezrandina Eniyeke Navdewlet ya Îslamî li dijî dijminên Sûriyê. Li gor ku ajansa “Fars”ê ragehandiye.

Sefewî, ku di serdana malbata Cinêral Hisên Hemedanî ya ku meha borî li Helebê hatibû kuştin de ev daxuyanî da. Sefewî nîşana wê yekê jî da, ku şandina Hêza Pasdarên Îranê, Hizbilaha Libnanî, milîşyatên Iraqî û Pakistanî û Efxanî û destêwerdana Rûsyayê li dijî opozîsyonê, ji Sûriyê re çarenivîsî bû.

Sefewî got jî, tevî ku 400 endamên Hêza Pasdarê û bi sedan ji milîşyatên pê re şer dikin di şer û pevçûnên li dijî opozîsyone de hatine kuştin, lê Îranê serkeftinin balkêş di Sûriyê de kirin.

Tê zanîn ku duh efserê Hêza Pasdarên Îranê Muhsin Fanûsî di şerê li Helebê de hat kuştin, herwiha pêr jî Rohela Qurbanî û Qedîr Sirlik ji encama ketina rokêtekê li nêzîkî Helebê hatin kuştin.