pêvajoya çareseriyê piştî hilbijartinên 1 Mijdarê

Proseya ku di sala 2013'an de rû dabû piştî 2 sal û nîvan ji ber şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirk de hate rawestandin.

pêvajoya çareseriyê piştî hilbijartinên 1 Mijdarê
pêvajoya çareseriyê piştî hilbijartinên 1 Mijdarê

K24 – Stanbol

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê, aqûbeta pêvajoya çareseriyê ku bi armanca çareserkirina pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin pir dihat meraq kirin. Proseya ku di sala 2013'an de rû dabû piştî 2 sal û nîvan ji ber şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirk de hate rawestandin.

Parlamenterê berê yê Ak Partiyê rojnamevan Muhsin Kızılkaya îro 6 Mijdarê ji K24ê re diyar dike, li Rojhilata Navîn gelek aktor hene ku bandora wan li ser PKK'ê heye, encamên hilbijartinê nîşan da ku xelk şerê çekdarî naxwaze, gel dixwaze pirsgirêkên wan bi awayekî aştiyane li perlemantoyê werin çareserkirin.

Kızılkaya got jî: “Ez bawer nakim ku êdî dewlet HDPê bike muxatab. Di vir de rol û girîngiya Ocalan zêde ye. Mîna berê hevdîtin dûrûdirêj wê dewam nekin. Dewlet ji Ocalan re bibêje, rênameyekê diyar bike, Ocalan jî ji hevalbendên xwe re wê bibêje, di rojên diyarkirî de çekê xwe deynin. Ewê jî guhdariya wî bikin.

Akademîsyen û parlamenterê berê Ufuk Uras dibêje, eger partiyên siyasî yên li parlamenê di nav xwe de li hev bikin, proseya aştiyê jî dê zûtir encam bide.

Uras anî ziman: “Proseya aştiyê di têkoşîna demokrasiyê de cîhekî girîng digire. Gel peyama xwe di hilbijartinan de daye û dixwaze ev pirsgirêk li perlemantoyê bi siyaseta demokratîk were çareserkirin. Di vir de Ocalan, rexne li hemû aliyan digire û di sala nû de rola wî zêdetir dê derkeve pêş.”

Piştî ku PKK'ê agirbesta yekalî bi dawî kir, metirsiya dijwarbûna şer li Bakurê Kurdistanê zêdetir bû. Çavdêr û aliyên siyasî ku di proseya aştî û çareseriyê de cî girtibûn, hewildanên bo vekirina rêya diyalogê didomînin.