Kurdistan24
Nivîskar
Saroxan: Em ti hêzê bi navê Pêşmergeyên Rojava nas nakin
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê radigehîne ku ew ti hêz bi navê pêşmergeyên rojava nas nakin, vegera wan jî dê di bin ala Hêza Sûryaya Demokratîk de be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê radigehîne ku ew ti hêz bi navê pêşmergeyên rojava nas nakin, vegera wan jî dê di bin ala Hêza Sûryaya Demokratîk de be.
Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Ebdulkerîm Saroxan îşev 6 Mijdarê tevlî bultena K24ê bû û ragehand ku berê ti hêz girêdayî ENKSê li Rojavayê Kurdistanê tune bû heya ku carek din vegerin Rojavayê Kurdistanê. Rê jî ji bo vegera Pêşmergeyên Rojava re natên vekirin.
Saroxan eşkere kir jî, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hêzek e ji Hêza Sûryaya Demokrat e, erka wê jî destpêkê paqijkirina herêma Cezîrê ye, piştre jî hemû Sûriyê ye.
Saroxan got jî ku ew Pêşmergeyên Rojava nas nakin, tenê xortên Rojavayê Kurdistanê yên di li Başûrê Kurdistanê penaber in û di kampan de dimînin, ji bo wergirtina mûçeyê dibin Pêşmerge.
Saroxan got jî ku gelek hêz beşdarî pagijkirina Heskê dibin, wek YPG, YPJ, Volkana Feratê, Lîwaya Cebhet el-Ekrad, Senadîd û Encûmena Leşkerî ya Siryanî û Şoreşgerên Reqayê, lê hemû hêz di bin fermandeya Hêza Sûryaya Demokratî de tevdigerin.
Saroxan derbarê rizgarkirina Parêzgeha Reqayê de ragehand ku, niha hêza Sûryaya Demqratîk başûrê Hesekê ji çekdarên DAIŞê Paqij dike û pirsa çûna berve Reqayê girêdayî fermandeya wê hêzê ye.
Saroxan derbarê hevahengiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî jî got, ji berê de hevahengî di navbera YPGê û Hevpeymaniya Navdewletî de heya, ji ber pêwîstiya wan bi hêzeke bijayî heye. Saroxan nîşana wê yekê kir ku, biqasî têkbirana DAIŞê ji wan re girîng e, ewqas ji Hevpeymaniyê re jî girîng e. DAIŞ tenê bi êrîşên esmanî têk naçe.
Di 12 Cotmeha borî de Hêza Sûriya Demokratîk di konferenseke rojnamevanî de bi awayekî fermî damezrandina xwe ragehandibû, ku ji YPG, YPJ, Encûmena Leşkerî ya Siryanî, Volkana Firat, Hêza Senadîd û Şoreşgerên Reqayê pêk tê.