Kurdistan24
Nivîskar
Li Tirkiyeyê serbestberdana Serokê PKKyê Abdullah Ocalanî tê gûftûgokirin
Nûnerê Nivîsingeha Enqereyê ya Rojnameya Sozcûyê Saygi Ozturk di gotara xwe iddiayeke bandorker kir û da zanîn ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara serbestberdana Ocalanî standiye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Nivîsingeha Enqereyê ya Rojnameya Sozcûyê Saygi Ozturk di gotara xwe iddiayeke bandorker kir û da zanîn ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryara serbestberdana Ocalanî standiye.
Ozturk dibêje ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de cezaya heta hetayê cizayeke wekî dervayî mirovahiyê penase dike. Li gor wê biryarê ger hin şert û merc pêk werin, ew kesên cezayê heta hetayê dibînin divê ku bi şert werin azadkirin.
Li gor Ozturk ev biryar riya azadiya Ocalanî vedike. Dijdernektin û bêdengmayîna hikûmeta Tirkiyeyê ya li hemberî vê biryarê jî hewla amadekirina bingeha serbestberdana Ocalanî ye.
Herwiha nivîskarê rojnameya Sabahê Emre Akoz jî di gotara xwe de dibêje di çarçoveya çareserkirina pirsa kurdî de mirov dikare Ocalan ji zindanê derxîne û di malekê di bin çavderiyê de mafê danûsatandinê bide wî.