Evîn Şikakî
Reporter
Rûsya geştyên xwe yên esmanî bo Misir radwestîne
heta ku egerên rasteqînî yên ketina firokeyên werin zanîn.
K24-Navenda Nûçeyan
piştî bûyera ketina firokeya wê li Misrê Rûsya geşteyên xwe yên esmanî li wî welatî rawestandin.
Di 31ê Cotmehê, firokeyeke bazirganî ya Rûsî ku 224 kes tê de bûn ji cura (Airbus) li sînorê bajarê Sîna ket xwarê.
Berdevkê (Kremlin)ê Dmitry Peskov di daxuyaniyekê de duh, 6ê Mijdarê ragehand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryara rawestandina geşteyên esmanî bo Misrê ragehand,
Peskov da zanîn ku babeta rawestandinê girêdayîye bi çûn û hatina geştyaran, heta ku egerên rasteqînî yên ketina firokeyên werin zanîn.
Herwiha Berdevkê Kremlinê diyar kir ku Misir welatê herî li pêşe ji Rûsiyan re bo geştyariyê û da zanîn ku niha 45 hrzar geştyarên Rûsî li Misrê ne li gor ajansa Fedrala Rûsî ya geştyariyê.
Di Şemiya borî de rêxistina Dewleta islamî ya Radîkal(DAIŞ) di daxuyaniyekê de berpirsyaretiya xwe bi ketina firokeya Rûsî ragehandibû û di Çarşema borî de jî 4ê mijdarê DAIŞê careka din ketina firkeyê li stûyê xwe kir bû.