Amerîka "6" firokeyê "F15" dişîne Turkiyê

bi mebesta piştgiriya Tirkiyê û parastina asayîşa navçeyê

Amerîka "6" firokeyê "F15" dişîne Turkiyê
Amerîka "6" firokeyê "F15" dişîne Turkiyê

K24-Navenda Nûçeyan

Amerîka radgehîne ku wê "6" firokeyên "F-15-Eagle" şandine navenda Incirlik a leşkerî li Turkiyê.

Di heftiya borî de Wezareta Bergirya Amerîkayê ragehandibû ku dê 12 firokeyên "F15" bişîne Turkiyê bê ku dema şandina wan firokeyan diyar bike.

Di daxuyaniyekê de Yekeya Pêwendiyên Giştî yên Hêzên Amerîka li Ewropa û Efrîqa duh, 6ê Mijdarê ragehand ku 6 firokeyên corê "F15- Eagle" bi mebesta piştgiriya Tirkiyê û parastina asayîşa navçeyê, giheştine navenda Incirlikê ya li Turkiyê.

Daxuyaniyê da zanîn ku firkoke ji navenda leşkerî a "Fighters Wing a 18" ku li Brîtanyayê dimîne hatine şandin.