Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda dike

bi mebesta beşdarîkirin di taziya Ehmed Çelebî de

Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda dike
Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda dike

K24-Hewlêr

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandekî bi mebesta beşdarîkirin di taziya Ehmed Çelebî de serdana Baxda dike.

Di daxuyaniyekê de  Şêwermendê Rojnamevanî yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Ergûşî li ser malpera xwe ya Twitterê duh, 6ê Mijdarê ragehandiye ku biryare Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  îro, 7ê Mijdarê li ge şandekî serdana Bexda bike.

Ergûşî di nivîsa xwe de daye zanîn kuserdana Serokwezîr ne fermiye û bi mebesta  sedama beşdarîkirin di taziya Serokê Kongireya Niştîmanî Ehmed  Çelebî de bike.

Lê Tê pêşbînî kirin ku di serdana xwe ya li Bexda Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li  li gel Serowezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicive û pirsgirêkên di nabra Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî de werin gotûbêj kirin.

Zêdetir ji du salan e, bi biryara Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê hatine birîn, herwiha eve babet bûye gûmana serdana her berpirsekî Kurd bû Bexda.