Li Îranê salane 500 hezar kes têne girtin

di nav dejî ji sedî 70 çarenivîsa wan ne diyare.

Li Îranê salane 500 hezar kes têne girtin
Li Îranê salane 500 hezar kes têne girtin

K24-Navenda Nûçeyan

Li gor amarên Navenda Girtiyên Îranê  salane 500 hezar kes li wî welatî  têne girtin, di nav dejî ji sedî 70 çarenivîsa wan ne diyare.

Elî Esfer Cehangîr Berpirsê Navenda girtiyên Îranê di daxuyaniyekê de ragehand ku salane "15" milyon doseyên yasayî li Dadgehên Îranê têne tomar kirin û "500 hezar" kes jî têne girtin.

Cehangîrî da zanîn ku ji hijmara çar girtiyan çarenivîsa yekî ne diyare, herwiha dadgehêjî siza li ser wan der nexistiye.

Berpirsê Navenda girtiyan eşkere kir ku piraniya girtiyên Îranê ne xwendevan û bê Karin.

li gor amarên raporka rojnameya "Yasya Îranê"  Îran di bin pileya 8ê de ye bi hejmara girtiyên xwe.