Hêza Sûriyê a Demokratîk li navçeya Holê pêşve diçe

Hêza Sûriyê ya Demokratîk karî Navendeka perwedekirina çekdarên DAIŞê rizgar bike.

Hêza Sûriyê a Demokratîk li navçeya Holê pêşve diçe
Hêza Sûriyê a Demokratîk li navçeya Holê pêşve diçe

K24-Navçeya Hol

Hêza Sûriyê  a Demoratîk  navendeka perwerdekirina çekdarên DAIŞê nêzî kî gundê Xatûniyê ya bajarokê Holê ser bi Parêzgeha Hesekê rizgar kir.

Hêza Sûriyê a Demokratî ya Amerîka piştgirya wê dike ji şervanên Kurd, Ereb Sûryan pêk tê.

Li gor agahiyê peymnêrê "K24" li navçeya Holê şer û pevçûn dijwar di nevbera hîza Sûriyê a Demoratîk û çekdarên rêxistina islamî ya Radîkal(DAIŞ) berdewame, di en cama wan şer û pevçûnan de  Hêza Sûriyê ya Demokratîk karî Navendeka perwedekirina çekdarên DAIŞê rizgar bike.

Peymnêrê K24 da zanîn ku rêxistina DAIŞê berî navenda perwedeyê bi cî bihêle mayîn têde çandibûn û diyarkir ku heta ku ji aliyên pisorên mayînan ve newe paqijkirin kes nikare derbasî wê navendê bibe .

Navenda perwedekirinê bi 1K.m ji gundê Xatûniyê ser bi bajarokê Holê yê Parêzgeha Hesekê dûre.