DAIŞ 37 Asûrî serbest berdan

serbestberdana wan Asûriyan bi pereyeke mezin bû

DAIŞ 37 Asûrî serbest berdan
DAIŞ 37 Asûrî serbest berdan

K24-Navenda Nûçeyan

Rêxistina DAIŞê 37 Asûrî ku piraniya wan temen mezin bûn serbest berdan.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de îro, 7ê Mijdarê ragehand ku piştî navbeynekariyekê ji aliyê Serok Eşîrên Ereban li Iraq û Sûriyê rêxistina DAIŞê 37 Asûriyan serbest berdan.

Rewangehê eşkere kir ku serbestberdana wan Asûriyan bi pereyeke mezin bû.

Rewangehê da zanîn ku rêxstina DAIŞ ji navbênkariyan re diyar kirye, ku her kesê beşdarî di şerê li dijî rêxstina Navborî de nekir be dê  bi heman şêweyê were berdan.

Di 8ê Cotmeha borî de  3 welatiyên Asûrî  yên dîl ji aliyê DAIŞê ve hatibûne kuştin.