Kurdistan24
Nivîskar
Ji bo Tahîr Elçî 7 sal û nîv cezayê girtinê tê xwestin
Daxwaznameya ku doz li Serokê BARO ya Diyarbekir Tahîr Elçî bê vekirin, ji aliyê 2emin Dozgeriya Komarî ya Bakirkoy a Navçeya Stembolê ve hat pejirandin. Ji bo Tahîr Elçî 7 sal û nîv ceza tê xwestin.
K24-Diyarbekir
Daxwaznameya ku doz li Serokê BARO ya Diyarbekir Tahîr Elçî bê vekirin, ji aliyê 2emin Dozgeriya Komarî ya Bakirkoy a Navçeya Stembolê ve hat pejirandin. Ji bo Tahîr Elçî 7 sal û nîv ceza tê xwestin.
Ji ber ku gotiye PKK rêxistineke ne rêxistineke terorîst e, bi daxwaza ku ji sal û nîv heta 7 sal û nîv ceza girtîgehê bo Tahîr Elçî bê dayîn doz hat vekirin. Di dozê de, hatiye ragehandin ku Elçî di axaftina xwe de, propagandaya terorê kiriye.
Serokê BARO ya Diyarbekir, di bernameyekî de gotibû “PKK ne rêxistineke terorîst e” piştî wê gotarê di 20ê Cotmehê de, li avahiya Baroya Diyarbekir hatibû desteser kirin. Îfadeyê Elçî li 2emîn Dozgeriya Bakirkoy a Stembolê hatibû wergirtin û hatibû berdan.